Cüneyt Çelik,Günay Nuh
15 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2026
Li Qers û Erdexanê piştî berfê, hewaya sar bandorê dike.
Li Qersa ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da heta 20 pileyan kêm bû, dar û beran qiravî girt.
Welatiyan wesayîtên xwe bi betanî, xalîçe û brandayan pêçan ku ji sermayê biparêzin û li ser banên avahiyan jî şembelûk çêbûn.
Ekîbên Şaredariya Qersê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.
Li navçeya Sariqamîşê jî berfa ku dem demî dibare bû sedema hewaya sar.
Li navçeya ku germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da heta 20 pileyan kêm bû, çem bi tevahî cemidîn.
Kaniyên li zeviyan bi qeşayê hatin nixumandin, li ser banên avahiyan û şaxên daran jî şembelûk çêbûn.
Welatiyan wesayîtên xwe bi brandayan pêçan ku ji sermayê biparêzin, ekîbên Şaredariya Sariqamîşê jî berfê paqij kirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî sir û serma heye.
Li bajêr ji ber sermayê li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû û rûyê çeman cemidî.