Hüseyin Demirci
31 Gulan 2025•Rojanekirin: 11 Hezîran 2025
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ku bi darçam û çêreya xwe ya dewlemend bi navbang e, çêlikên şemaldûkên sor ji hêkan derketin.
Piştî baranê di serî da li Newala Kewan û Çemê Acisuyê herêm bi rengên cihê xemilî. Gol û deverên avî yên li vê deverê, bi werdek, darkitok, qirak û zengiolkan tijî bûn.
Şemaldûkên sor ên ji familyaya werdekan piştî pêvajoya bi qasî mehekê ji hêkê derketin û bi makeya xwe ra ketin avê.
Herêma ku bala wênegirên jiyana kovî û siruşthezan dikişîne, wêneyên şemaldûkên ku ji hêkan derdikevin, kişandin.