Hüseyin Demirci
09 Mijdar 2025•Rojanekirin: 13 Mijdar 2025
Li Sariqamîşa navçeya Qersê dîmenê gurêkî ku li dû nêçîrê ketiye û werşeqekî hat kişandin.
Daristanên Sariçamê li navçeyê gurên boz, werşeq, xinzîr û gelek heywanên din ên kovî dihewînin.
Li herêmê germahiya hewayê ya bişev daket binê sifirê heta 3 pileyan.
Li Rasta Hançerliyê gurekî li dû nêçîrê ketiye û li daristana taxa Soguksuyê jî werşeqekî Kafkasê xuya kir ku dîmenê wan hat kişandin.
Heywanên ku demekê li derûdorê geriyan, paşê ketin nav daristanê û li ber çavan winda bûn.