Hüseyin Demirci
04 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2023
Li Selîma navçeya Qersê gurekî ku birçî bû û hat gund, êrîşî qazan kir û ket ber kameraya ewlehiyê.
Li bajêr berf barî û hewa sar e. Ji ber berf û sermayê heywanên kovî û dirinde li çolê xwarinê nabînin.
Gurekî birçî ji bo ku zikê xwe têr bike berê xwe da gundê Karahamzayê û êrîşî qazên ber mala Ahmet Demircî kir.
Gurê qazek girt û revî, ji gund derket. Kêliya ku gurê qaz girt, ket ber kameraya ewlehiyê.
Cotkar Ahmet Demircî ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew cara ewil rastî tiştekî wisa hat.
Demircî daxuyand, dema wan li derva temaşe dikir, gur ket nava qaza û wiha dewam kir:
"Nava rojê danê nîvro bû. Gur hatin û qazeke makurk hilda û bir. Sê gur bûn. Yek li pêşiyê bû, dudu li paş bûn. Me di kameraya ewlehiyê da lê mêze kir ku sê gur bûne."