Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
11 Mijdar 2025•Rojanekirin: 11 Mijdar 2025
Li Qersê ji ber hewaya sar qeşa û qiravî çêbû.
Li bajêr qermahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da daket heta 5 pileyan û paceyên wesayîtan qeşa girt.
Li hin herêman golên biçûk qerisîn.
Welatiyên ku serê sibê çûn karê xwe mecbur man ku paceyên wesayîtên xwe yên ku qeşa girtine paqij bikin.
Li navçeya Sariqamîşê jî dar û beran qiravî girt.
Hin welatiyan heywanên xwe li mêrgên ku qeşa girtine çêrandin.