Önder Beyter
21 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2019
VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li parêzgehên Wan, Mûş û Bidlîsê ji ber şertên nerênî yên hewayê rêyên 44 gund û goman hatin girtin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê da hat ragihandin ku ji ber şertên nerênî yên hewayê rêyên 6 gundan hatin girtin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku xebatên vekirina rêyên li navçeyên Başkale û Gurpinarê berdewam in.
Di daxuyaniya Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 11emîn da hat destnîşankirin ku rêya Haskoy-Mûtkiyê ji ber berf û bagerê hat girtin.
- Mûş û Bidlîs
Midûrê Rê û Xizmetên Veguhastinê yên Rêveberiya Taybet a Mûşê Mehmetşah Şenturk diyar kir ku li tevahiya bajêr ji ber berf û bagerê rêyên 9 gund û 22 mezreyan hatin girtin. Şenturk ragihand ku ekîb xebatên xwe didomînin da ku rê bên vekirin.
Li navçeya Milazgirê jî ekîban rêyên 74 gundan ên ku hatibûn girtin, vekirin.
Mixtarê Gundê Molla Dermanê Adnan Bariş di daxuyaniya xwe da diyar kir ku girtîmayîna rêyan ji bo nexweşan rîskeke mezin e û wiha dewam kir, "Ekîb gelekî xebitîn û rê vekirin. Em zehf sipasiya wan dikin."
Midûrê Rê û Xizmetên Veguhastinê yên Rêveberiya Taybet a Bidlîsê Umît Kurtkan jî ragihand ku li tevahiya parêzgehê ji ber berf û bagerê rêyên 7 gundan hatin girtin û herwiha xebatên vekirina van rêyan jî berdewam in.