Önder Beyter
26 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tê texmînkirin ku germahiya hewayê dê 2 an jî 4 pile di ser asta demsalê da be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa serê sibehê kêm ewrayî û sayî û bi demê ra perçe ewrayî be.
Li herêmê germahî dê 2 an jî 4 pile di ser asta demsalê da be, ba jî dê ji milê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Erzirom, Agirî û Qersê 14, li Erdexanê 15, li Îdir û Tunceliyê 20, li Erzinganê jî 23 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdir û Tunceliyê 37, li Erzinanê 36, li Agiriyê 33, li Erziromê 31, li Qersê 30 û li Erdexanê jî 28 pile be.