İbrahim Atmaca
21 Hezîran 2020•Rojanekirin: 22 Hezîran 2020
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dat dayîn, li herêmê w hewa ewrsayî û ewrayî be, ji danê nîvro pê va bi navber barana guj wê bibare û teyrok wê çêbibe.
Tê payîn ku li herêmê germa hewayê di navbera 2 û 5 pileyan da li gor demsalê kêm bibe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 5, li Erzirom û Qersê 7, li Agiriyê 9, li Erzincanê 12, li Tunceliyê 13, li Îdirê 16 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 29, li Îdirê 27, li Erzincanê 25, li Agiriyê 23, li Qersê 22, li Erdexanê 21 û li Erziromê 20 pile tê payîn.
Ji ber li herêmê baraneke guj tê payîn, ji bo lehî, birûsk û zîpik, bagerê û ji bo tengasiyên çûyîn û hatinê hişyarî hat dayîn.