Türkan Tosun
30 Hezîran 2020•Rojanekirin: 30 Hezîran 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê piştî nîvro demdemî tavî wê çêbibe û barana gur wê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê serê sibê hewa wê kêmewrayî be, demdemî wê ewrayî be û ji nîvro pê va jî baran û tavî wê bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ba jî wê ji milê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî kêm li Qersê 5, li Erdexanê 8, li Agiriyê 10, li Erziromê 11, li Îdirê jî 17 û li Erzinganê jî 18 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdirê 32, li Erzinganê 30, li Agiriyê 26, li Erziromê 25, li Qersê 24 û li Erdexanê jî 22 pile be.