Cüneyt Çelik,Günay Nuh,İsmail Hakkı Demir,Sidar Can Eren
12 Adar 2022•Rojanekirin: 13 Adar 2022
Di adara meha ewil a biharê da berf û seqema li herêma rojhilatê zêde bû.
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Tunceliyê berfa di vê mehê da barî ji bo jiyana rojane bû sedema zehmetiyan.
Li bajarê Erziromê ku germahiya hewayê di bin sifirê da heta 8 pileyan daket berfa li deverên bilind barî gihîşt mêtreyekê.
Ji ber hewaya sar rêyên li bajêr cemed girtin û bi dar, sifirnekên xanî û avahiyan û daran va şembelîk çêbûn.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê û yên Rêbejê li bajêr berfa ser rêyan paqij dikin û ji bo cemed negire jî xwê direşînin rêyan.
Li Erdexan û Qersê jî berf û hewaya sar tesîra xwe didomîne û kuçe û kolanên li herdu bajaran di nav berfê da man û cemed girtin.
Ji ber berf û pûkê di rêyên navbera Qers-Erzirom, Qers-Erdexanê da jî çûn û hatin gelekî bi zehmet e.
Ji navçeyên Tunceliyê Pulumur, Nazimiye, Xozat, Pertek û Ovacix jî dîsa di bin berfê da man.
Şêniyên li navçeyan pêşiya mal û dikanên xwe û hinekan jî berfa li ser banê xwe paqij kir.