Naci Adıgeçen
09 Tebax 2025•Rojanekirin: 14 Tebax 2025
Li Şêrwana navçeya Sêrtê dîmenê pezkoviyan hat kişandin.
Welatiyên ku ji bo seyranê çûn keviya Çemê Kezerê ku dikeve navbera gundên Ormanbagi û Karacayê, çavê wan li pezkoviyan ket.
Di dîmenên ku welatiyan bi telefona mobîl kişandin da xuya dike ku bizin û karikên xwe ji zinarê ber bi çem va dadikevin û piştî ku avê vedixwin dîsa ber bi cihê ku jê hatine va vedigerin.