Halife Yalçınkaya
13 Sibat 2022•Rojanekirin: 14 Sibat 2022
Li Sêwazê ji ber berfê rêya 75 gundan hat girtin, hatin û çûyîn çênabe.
Li gor daxuyaniya Îdareya Taybet ji ber berfê rêya 75 gundan hat girtin, ji bo rê bên vekirin xebat dewam dikin.
Li bajêr germa hewayê dakete heta binê 15 pileyan.
Ji ber sir û sermayê dar û berên li der û dora Pireya Kesikê qiravî girtin, dîmenên xweş derketin holê.
Ji ber mij û dûmana şevê vir va dewam dike mesafeya dîtinê dakete 50 mêtroyan.