Emre Peker,Günay Nuh,Yunus Hocaoğlu,Sidar Can Eren
17 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2024
Li Tuncelî û Erdexanê berf dibare û her wiha li Erzirom û Agiriyê sir û serma bi bandor e.
Li Erziroma germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da pileyek hat pîvan, bayê li cihên bilind dest pê kir, nîvê şevê vegerand barîna berfê û bagerê.
- Agirî
Li Diyadîna navçeya Agiriyê jî sir û serma bi bandor e.
Li teht û zinarên li Kanyona Muradê şembelûkên bi metreyan dirêj çêbûn.
- Tuncelî
Li navçeyên Tunceliyê Ovacix, Hozat, Pulumur, Nazmiye û Mazgîrtê jî berf barî.
Bi barîna berfê ra kuçe û kolanên bajaran spîçîl bûn, ekîban xebatên avêtina berfê dan destpêkirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf dibare.
Li bajêr hişkiya ku nîvê şevê bandora xwe nîşan da, serê sibehê vegerand berfê.
Bi barîna berfê ra tebeqeya spî rûyê erdê nixumand.