Özkan Bilgin,İbrahim Yaldız,Sayim Harmancı,Şener Toktaş,Necmettin Karaca
05 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2024
Li Wan, Mûş û Bidlîsê ji ber barîna berfê rêya 357 cih û waran hat girtin.
Li Wanê ji ber barîna berfê ya bi şev dest pê kir, cihên bilind spîçîl bûn.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li tevahiya bajêr ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 234 cih û waran hat girtin.
- Mûş
Li Mûşê duh taviya bi roj xwe nîşan da, berêvarê vegerand berfê.
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur diyar kir, ji ber barîna zêde ya berfê rêya 75 gundan hat girtin.
- Hekarî
Li gorî agahiya ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, rêya 4 gund û mezreyên li ser navendê ji ber şertên neyînî yên hewayê hatin girtin.
Ekîbên berfê xebata vekirina rêyan dan destpêkirin.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan destnîşan kir, li bajêr ji ber barîna berfê rêya 44 gundan hat girtin.
Kurtkan diyar kir ku ji bo vekirina rêyên gundan, ekîb xebatên xwe didomînin.