Mesut Varol
03 Îlon 2024•Rojanekirin: 10 Îlon 2024
Li Miksa navçeya Wanê bêrîvan bi konvoya ku ji hêstiran pêk tê va piştî rêwîtiyeke dijwar a bi qasî 3 saetan derdikevin zozanên raqima wan 2 hezar û 800 e û pezê xwe didoşin.
Li Taxa Altindereyê ya 15 kîlomêtro dûrî navçeyê li malbatên ku bi ajalvaniyê debara xwe dikin barê giran li ser pişta jinan e.
Bêrîvan ji bo ku piştgiriyê bidin malbatên xwe, zarokên xwe di nav şert û mercên çêtir da xwedî bikin bi zerqetavê ra dest bi xebatê dikin, piştî ku karên xwe yên malê diqedînin dest bi rêwîtiya zozanan dikin.
Bêrîvan li ser pişta hêstiran ji şiverê, terazin, girên asê û bilind, berfa ku zivistanê ketiye lê hê jî nehaliyeya ra derbas dibin.
Jinên bêrîvan piştî rêwîtiyeke dijwar a bi qasî 3 saetan didome digihêjin Zozana Guharê ya pezên xwe li diçêrinin ya ku raqima wê 2 hezar û 800 e û 10 kîlomêtro dûrî navçeyê ye. Jinên bêrîvan hem ji bo şivanan nan û xwarinê dipêjin hem jî pezê xwe didoşin.
Bêrîvan car carna ji ser pişta hêstiran dikevin û birîndar dibin lê digel vê her roj vê rêwitiyê dikin û dema derdikevin zozanan stranan distirên, govendê digrin û rêwîtiya xwe xweş dikin.
Bêrîvan şîrê dotine dadigirin bîdonan û vedigerin malên xwe û penêr, rûnê nivîşk, mast çêdikin û piştgiriyê didin aboriya malbatên xwe.
Elmas Elbîra ji bêrîvanan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî rêwîtiyeke bi qasî 3 saetan digihêjin zozanê û wiha axivî:
"Em karekî gelekî zehmet dikin. Hin ji me li erdê dikevin, milê xwe û piyê xwe dişkînin, biharê şape dikeve, rê tên girtin. Em mecbûr dimînin ku bi meşê biçin û bên. Hin rojan ba tê, em nikarin ji ber toz û xûbarê mihan bidoşin. Em digel hemû zehmetiyan vî karî dikin. Heke em heywanan xwedî nekin em nikarin debara xwe bikin."