Zafer Tayfur
17 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2024
Li herêma gundewarê ya Başkaleya navçeya Wanê, ekîba AŞya Belavkirina Ceyranê ya Vangoluyê (VEDAŞ) bi hespan çû cihê lê di xeta ceyranê da erize çêbû.
Ekîba erizeya ceyranê, digel şert û mercên neyînî yên hewayê, ji bo bersivdayîna telebên digihîjin navenda gaziyê, xebatên xwe didomînin.
Ji ber berf û bagera li kirê Taxa Esenyamaçê ya 60 kîlometre dûrî navçeya Başkaleyê, di xeta vejenê da erize çêbû.
Li ser agahdarkirinê ekîbên çûn temîra erizeyê, gava wesayîtên wan di berfê da man, biryar dan peyatî dewam bikin.
Ji ber ku li cihan stûriya berfê ji metreyekî zêdetir bû, ekîban di çûyîna peyatî da jî zehmetî kişandin û lewma ji şêniyên taxê alîkarî xwestin.
Li ser vê yekê, mixtarê taxê Ayhan Korkmaz 3 hesp dabîn kirin û ekîb bi van hespan çûn cihê erizeyê, erize temîr kirin û ceyran berdan.
Mixtar Korkmaz diyar kir, wan çûyîna ceyranê ji VEDAŞê ra ragihand.
Korkmaz her wiha diyar kir, ekîba hat gund di encama xebateke dijwar da erize temîr kir û wiha domand, "Ji ber ku çûyîn ne mumkin bû, me hespên xwe dan. Xwedê ji wan razî, nîvê şev be jî bersivê didin têlefona me û tên midaxeleyî erizeyê dikin."