Necmettin Karaca,Bahar Tanrıtanır
15 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2026
Li Wanê û navçeyên wê ji ber berf û bagerê di hatin û çûyînê da astengî çêbû.
Li tevahiya bajêr hewa sar bû û berf barî.
Ji ber berfa ku ji duh û pê va dibare û bagerê, di hatin û çûyînê da astengî çêbû.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin, li seranserê bajêr rêyên 180 tax û 183 mezrayan hatin girtin.
Ekîbên şaredariyê li van herêman dest bi paqijkirina berfê kirin, xoyê direşînin û peyarêyan paqij dikin.
Li navçeya Erdîşê ji ber Qendîla Mîracê, ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin hewşa Mizgefta Kara Yusuf Paşa paqij kirin.
Ekîban berfa li hewşa mizgeftê bi makîneyên kar birin derveyî bajêr.
Tê payîn ku berf di nav rojê da dem demî bibare.