Elif Irmak
21 Hezîran 2020•Rojanekirin: 22 Hezîran 2020
VAN (AA) - Dîmenên pezkoviyê ku nêçîrkirina wan qedexe ye û di bin parastinê da ye li taxa ji bo ku li xwarinê bigere hatibûyê li baxçeyê kişandin
Emîn Îlhanê ku li Taxa Bakraçliyê dijî dît ku li baxçeya wî ya li ba malê pezkoviyek heye.
Îlhan bi telefona destan dîmenên pezkoviyê kişand û got ku pezkovî xwe ji ser sênca li dora baxçeyê avêt û ji ber çavan winda bû.
Îlhan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û qal kir dema ku ji bo avdana baxçeyê hat pezkovî dît û gelekî kelecanî bû û wiha axivî: "Me nişka va di nav baxçeyê da pezkovî dît û em gelekî kelecanî bûn. Min jî bi têlefona xwe ya destan dîmenên wî kişandin. Me demildest xeber da rayedaran. Înşeallaj bêyî ku zirarê bibîne bigihêje tebîatê. Li gelek şikeftên nêz taxê bermayiyên wan heye. Me jî ji mezinên xwe bihîstibûn, digotin ku li çiyayan pezkovî dijîn. Înşeallah neyê girtin ji ber ku çiya cihê wan e. Em mirov xwezaya wan dagir dikin."
Serokê Komeleya Nêçîrvanên Wanê Latîf Tatar diyar kir ji ber ku niştecihên taxê gotin ku pezkovî dîtin hatin vir û got ku "Çendî sedsal bûn ku li van deran pezkovî nehatibûn dîtin. Em li ser îxbara niştecihên taxê hatin vir. Me xeber da hêzên daristan û ewlehiyê. Em jî bi nêçîrvanên ku li vê taxê dijîn ra li vir lêgerînê dikin. Nêçîrkirina wan qedexe ye û cezaya wê jî mezin e. Welatî divê vê biparêzin, lê xwedî derkevin. Me ji bo ku lê xwedî derkevin mixtarê taxê, mele û niştecihên taxê hişyar kirin. Ji ber ku koka wan qela ye. Kî dibîne bila xeberê bide rayedaran."