Hakan Sarı
20 Nîsan 2023•Rojanekirin: 25 Nîsan 2023
Li Wanê endamên Kulûba Werzişên Siruşt Vadiyê, di çarçoveya çalakiya ku lidarxistin de li Girava Adirê û Keleha Amîkê geriyan.
64 siruşthezên ku li taxa Adirê li hev civiyan, piştî rêwitiyeke 20 deqîqe kişand bi belemê gihiştin Girava Adirê.
Siruşthezên ku li giravê serdana dêrê kirin, pişt re bi meşa siruştê xwe gihandin Keleha Amîkê û çalakî qedandin.
Serokê Kulûba Werzişên Siruşt Vadiyê, Omer Demez anî ziman ku weke kulûbê bi germbûna hewayê re wan dest bi çalakiyan kiriye.
Demez tekezî li wê yekê kir ku Girava Adirê yek ji wan cihan e ku divê bê parastin û got, "Li Girava Adirê bêyî ku zirarê bidin qada jiyanê ya qaqlîbazan, divê ji bo peyayan rêya peravê bê çêkirin. Li giravê piştî heftiya dawîn a meha nîsanê serdema hêkkirin û qurpketina qaqlîbazan dest pê dike û heta meha temûzê didome. Siruşteke bêhempa ya giravê heye. Em ê heta dawiya sezonê çalakiyên xwe yên bi vî cureyî bidomînin."