Hakan Sarı
05 Tebax 2023•Rojanekirin: 05 Tebax 2023
Li Ozalpa navçeya Wanê tavî û teyrok hat.
Ji ber taviya ku li navçeyê biqasî 10 deqîqeyan hat kolan di nav avê da man.
Li Taxa Şemsettîn ji ber tavî û teyrokê avê di ser hin qenalan ra avêt.
Baxçe û zeviyên genim ên ku spî xemilîn zirar dîtin, kesên li merayan heywanên xwe diçêrandin tengasî kişandin.
Mixtarê taxê Ramazan Yildirimçakar got ku bêamadehîşiliyê li wan kir.
Yildirimçakar got ku "Pêşî barana gur hat paşê teyrok. Her der spî xemilî. Lehiya ku piştî teyrokê rabû zirar da zeviyên genim û giyayên ji bo zivistanê hatine dirûn."