Serdar Adıyaman
19 Gulan 2023•Rojanekirin: 20 Gulan 2023
Li Xelata navçeya Bitlîsê projeyên ku Serokatiya Îdareya Pêşxistinê ya Projeya Rojhilatê Anadoluyê (DAP) piştgirî dabû, hatin vekirin.
Qeymeqamê Xelatê Batuhan Bîngol, Şaredar Abdulalîm Mumtaz Çoban, Serokê Îdareya Pêşxistina Herêma DAPê Osman Demirdogen û kesên bi wan ra bûn ewil Bazara Berhemên Herêmî ya Şaredariya Xelatê vekirin.
Endamên protokolê yên di bazarê da geriyan bi esnafan ra sohbet kirin û ji wê derê derbasî atolyeya ku di çarçoveya Projeya Pêşvebirina Hunera Tûtkara û Dar Neqandinê da hatibû vekirin, bûn û wê atolyeyê vekirin.