Ulaş Güven
24 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2024
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê serma û mijê tengasî da kişandin.
Li navçeyê germa hewayê bi şev 10 pile ket binê sifirê û camên wesayîtan qeşa kişand û li ser dar û beran qiravî ket.
Serê sibehê li navçeyê mijeke zêde ket erdê û mesafeya dîtinê cî bi cî heta 5 mêtreyan kêm bû.
Şofêran farên wesayîtên xwe pê xistin û wisa ajotin, ekîban jî li hin deveran tevdîr hilda.
Ji welatiyan Mahmut Onay ji nûçegihanê AAyê ra got ku wî di sermayê da bi zehmetî wesayîta xwe xebitand.
Onay diyar kir ku li navçeyê tesîra sermayê dewam dike û wiha got, "Ez serê sibehê ji malê derketim ku herim kar. Camên wesayîta min qeşa kişandibû. Min êvarê karton dabûn ser caman, lê feydeya wan çênebû. Qeşayê cam vegirtibûn. Dema min wesayît xebitand, min tengasî kişand. Li navçeyê mijeke zêde jî heye."