Sidar Can Eren
26 Gulan 2021•Rojanekirin: 01 Hezîran 2021
Xêncî Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ya ji parkên herî mezin ên Tirkiyeyê li Tunceliyê geliyên Pulumur, Taxar, Mircan û Havaçorê jî hene. Herêm zivistanê çîl û sipî dibe havînê jî kesk û hêşin dibe.
Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ya ji 42 hezar hektar erdî pêk tê bi çem, cureyên nebatan, şirşirneg, cisnên endemîk çar demsalan balê dikişîne.
Her sal ji nav û dervayê weltê bi hezaran ziyaretvan tên parka neteweyî, li gor qeydan 1518 cure nebat hene û ji wan 227 nebat cureyên endemîk in.
Li parka neteweyî çivîk, mar, miş, malqîzer, gur, hirç, masî û gelek cure heywan dijîn û bi taybetî di mehên gula û tebaxê da bizinkovî, hirça boz, pezkovî, werşeq, rovî, gur, beraz û simolek tên dîtin.
Li gor qeydan li herêmê 121 cure pilo hene û di nav kulîlk û nebatan da dîmenên xweşik derdixin holê. Parka biharê rengîn dibe eleqeyê ji wênekêşan dibîne.
Wênekêşên ji der û dorê tên herêmê li ciyên bilind wêneyên hirçên boz û bizinkoviyan dikişînin.
- "Tê gotin ku li parkê parsa pilinga anadoluyê dijî"
Malîk Kayayê wênekêşê tebîetê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xêncî berhmên dîrokî û çandî wêneyên heywanan û tebîetê jî dikişîne.
Kaya diyar kir ku Munzur her demsalê xweşik e li parkên gelek heywanên beyanî û kovî dijîn û gelek cure nebat hêşin dibin.
Kaya wiha axivî: "Dema li parka neteweyî digerin gelek nebat û heywanan dibînin. Li parkê bizinkovî, pezkkovî, werşeq, hirç, gur û kêrgûşk hene. Tê gotin ku li parkê parsa pilinga anadoluyê jî dijî."