Fatma Sevinç Çetin
28 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2024
Tê payîn ku li Stenbolê ji êvarê pê va berf wê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê pêşbînîkirin ku ji danê êvarê pê va li Stenbolê baran û şilope wê bibare, li deverên bakur ên bajêr şilope û berf û li cihên bilind jî berfeke zêde wê bibare.
Tê texmînkirin ku berfê wê heta roja sêşemê dewam bike û ji aliyê bakur va jî ba û bagerê çêbibe.
Hat gotin li hemberî qeşa, mij, ba û bagerê divê welatî baldar û hişyar bin.