Haydar Şahin
30 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2019
Li Tunceliya bi turîzmê û xweşikahiyên xwe yên tebiî balê dikişîne Çemê Munzurê yê ji Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ra derbas dibe ji bo raftîngvanan bû navnîşaneke girîng.
Li bajêr ji bo nirxandina çavkaniyên ava dewlemend bi telîmata Walî Tuncay Sonel bi destê Ajansa Pêşketinê ya Feratê "Projeya Hêzdarkirina Sporên Tebîetê ya Tunceliyê" hat çêkirin. Di vê çarçoveyê da tesîsên wekî Navenda Sporên Avê ya Muhammet Fatîh Safîturk, Navenda Perwerdeya Raftîngê ya Walî Tuncay Sonel, Navenda Perwerdeya Kanoyê ya li Pertekê hatin vekirin.
Raftînga ku Kuluba Sporên Tebîetê ya Adrenalînê ya Munzurê (MADOSK) di sala 2006an da dabû destpêkirin bi tevkariya Walî Sonel çend salên dawîn dide va ji bo bajêr bû lokomotîfa turîzmê ya girîng.
Li bajarê ji hêla erdnîgariyê xwediyê xweşikahiyên tebiî yên girîng e her sal bi hezaran turîst tên ziyaretê, hezkiriyên raftîngê ji bo sporê bikin tên Çemê Munzurê. Ji ber ku êdî payîz e tebîeta rengrengî bala ziyaretvanan dikişîne û wan şaş û metel dihêle.
Navnîşana raftîngê ya teze: Çemê Munzurê
Bi projeyên 2 salên dawîn hatin çêkirin va li der û dora Geliyê Mûnzûrê qadên turîst dikarin lê dema xwe derbas bikin hatin avakirin. Çemê Munzurê yê li parka neteweyî, bi parkurên xwe yên baş 4 demsalan ji bo raftîngvanan bû navnîşan.
- Tuncay Sonel: "Me hemû piştgirî dan raftîngê"
Waliyê Tunceliyê Tuncay Sonel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo pêşxistina raftînga tevkariyê dide qîmeta marqeyê ya Tunceliyê hemû piştgirî dan.
Sonel got par li Mûnzûrê Şampiyonaya Tirkiyeyê ya Raftîngê ya R4ê li dar xistin û piştî vê hedefên xwe mezin kirin û îsal meha hezîranê şampiyonaya dinyayê li dar xistin û wiha axivî: "Li Tunceliyê di mijara raftîngê da rêyeke mezin meşiyan. Me bi piştgiriya Wezareta Spor û Ciwaniyê û Federasyona Raftîngê ya Tirkiyeyê va îsal ji Şampiyonaya Dinyayê ya Raftîngê ra malxwedîtî kir."
Sonel got ku ji 20 welatî kêmzêde 800 kesên ji werzişvan û heyetên teknîkî pêk tên hatin bajêr û wiha axivî: "Ji Brezîlyayê hetanî Rûsya, Kosta Rîka, Fransa, Îtalya û Çînê mêvanên me hebûn. Me hemûyên wan li Tunceliyê xistin mêvan û ya rastî bû şampiyonayeke zehf serkeftî."
Nazim Arslanê Serokê MADOSKê jî got ji bo danasîna raftîngê 13 salan xebitîn.
Arslan got bi tevkariyên waliyên li vê derê wezife kirini û Tuncay Sonel va bajar êdî bi raftînêg tê zanîn, 36 kîlomêtre mesafeya Çemê Munzurê di heman demê da wekî parkura raftîngê ya navneteweyî hat îlankirin.
Arslan got salên 2018 û 2019an ji bo raftîngê û werzişên avê bû çiveke girîng, bi veberhênanên salên dawîn hatin kirin va binesaziya sporê avê ya bajêr mayînde bû.
Diyar Aksoyê raftîngvan jî got li Çemê Munzurê kirina raftîngê gelekî hez dike û wiha axivî: "Di 12 mehên salê da li Çemê Munzurê raftîngê dikin, ev ji bo werzişvan û ciwanan kêfxweşiyeke bêhempa ye. Çalakiyên sporê yên li vê derê ciwanan ji cixare û alkolê dûr digrin."