Nihat Kavşut
13 Gulan 2017•Rojanekirin: 15 Gulan 2017
BATMAN
20 dildarên endamên Yekîtiya Akademisyenên Tirk (NÎTAB) yên ji Dusseldorfa Almanyayê hatin li Batmanê êzdî ziyaret kirin û alîkarî dan wan.
Akademisyenên endamê NÎTABê yên ji Almanyayê hatin ji bo hin têkilî û pêwendiyan Batman ziyaret kirin.
Endamên NÎTABê di pêşengiya Şaxa Batmanê ya Heyva Sor a Tirkiyeyê da li Ugurcaya gundê Beşîriyê çûn serdana êzdiyên ji Şengalê ji ber êrîşên DEAŞê koç kirine.
Davut Karapinarê Serokê NÎTABê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir xwestine bibînin ka alîkariya wan digihêje ciyê xwe.
Karapinar diyar kir hefteyek e li Tirkiyeyê ne û got li Hatay û Entabê jî çûne serdana penaberên ji Sûriyeyê.
Aylîn Kilinça endama NÎTABê jî destnîşan kir wê alîkariya wan dewam bike.