Hüseyin Demirci
26 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2024
Piştî ku serma çêbû hirçên li daristanê xwarin û xurekê nabînin daketin navenda Sariqamîşa navçeya Qersê
Hirçên ku daketin navçeyê di nava konteynerên sergo da li xwarin û xurekê geriyan. Dîmenê hirçan hat kişandin.
Ji welatiyan Şenay Vanliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî serma çêbû hirç tên nava navçeyê û di nava konteynerên sergo da li xwarin û xurekê digerin.
Gokhan Karadag jî destnîşan kir hirç bi şev dadikevin navçeyê.