Hüseyin Demirci
04 Hezîran 2023•Rojanekirin: 06 Hezîran 2023
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ya ku zivistan lê dereng diqede, piştî baranê mêrg û daristan bi kulîlkan xemilîn.
Li Taxa Xençerliyê beybûnên vebûn û zeviyên xaşxaşkan dîmenên xweş derxistin holê.
Gelek wênekêş her sal tên navçeyê ku dîmenên siruştê û kulîlkan bikşînin.
Wênekêş Hasan Cellat ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Sarîqamîş her demsal xweş e.
Cellat got kêfa wî ji kişandina wêneyan ra tê û wiha axivî: "Em bi hevalên wênekêş va hatin herêma Mescîtliyê ya Sariqamîşê. Bi rastî jî zeviyên xaşxaşkan ên ku em bikaribin wêneyên baş lê bikşînin li vir hene. Meriv dikare li vir rengên xweş ên kesk û sor li vir bibîne. Em bendê ne ku wênekêş û kesên xwezayê hez dikin bên herêmê."