Abdullah Tel
16 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2020
Serteşiyên rengrengî yên ji famîlyaya kêzikan ku Sariqamîşa navçeya Qersê ji xwe ra kirine wargeh bi hebûna xwe siruştê dixemilînin û ji aliyekî va jî ji bo hevsengiya siruştê pir bi kêr in.
Daristanên Sariqamîşê bi xweşî û dewlemendiya xwe ji bo gelek heywan û nebatî wargeheke bêhempa ye û geliyên Hançerlî, Sûlû Dere û Keklîkê jî ji bo kêzikên serteşî bû wargeh.
Serteşiyên li herêmê bala siruşthez û wênekêşên tên navçeyê dikişînin.
Kordînatorê Zanistê ya Komeleya Siruşta Bakur Emrah Çoban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku serteşî nêçîrvanên hêja ne.
Çoban destnîşan kir ku serteşiyên goştxwarê xwedî merîfet li hewayê nêçîra xwe digirin û wiha dewam kir: "Ew bi qasî giraniya xwe divê xwarinê bixwin. Kermêş, moz, perperok û kêzikan dixwin. Ji bo hevsengiya siruştê ev kêzîk jî gelek in."
Di berdewamiya axaftina xwe da Çoban ragihand ku serteşî him ji bo çandiniyê û him jî ji bo mirovan kêzikên gelekî bi kêr in, lewra ew bi kermêş û kêzikên xwîna mirov fir dikin va xwe têr dikin û ev jî bi kêrî mirovan tê.