Nihat Kavşut
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
ERZURUM
Tê texmînkirin li Herêma Rojhilatê Anadoluyê baran bibare.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li tevahiya herêmê wê hewa ewravî be û tê texmînkirin baran bibare.
Li herêmê hewaya herî sar li Qersê pileyek, li Agiriyê 2, li Erdêxanê 3, li Erziromê 5, li Erzinganê 7, li Tunceliyê 8 û li Îdirê 13 pile hat pîvandin.
Wek mayîn tê texmînkirin hewaya herî germ li Tunceliyê 26, li Erzinganê 25, li Îdirê 24, li Agiriyê 20, li Erziromê 19, li Qersê 18 û li Erdêxanê 16 pile be.