Şener Toktaş
10 Sibat 2022•Rojanekirin: 15 Sibat 2022
Werzişvanên BidlîsÎ yên di Şampiyonaya Tirkiyeyê ya Salonê ya 4-5ê sibatê da li Stenbolê bi ser ketin niha ji bo Şampiyonaya Krosê ya Tirkiyeyê a Lîseyan amadehiyan dikin.
Caner Can Tunçtanê di 3 hezar mêtroyî da têkoşîn da û bû şampiyonê Turkiyeyê, Azat Ozkanê kete rêza duduyan û Kadîr Unalê di kategoriya 1500 mêtroyî da direve jî kete rêza sisêyan.
Werzişvanên li Lîseya Anadoluyê ya Fînal Akademiyê ya Bidlîsê ya Taybet perwerdeya xwe didomînin di heman demê da ligel şert û mercên rewşa hewayê ji bo Şampiyonaya Krosê ya Tirkiyeyê a Lîseyan a di 26ê sibatê da were kirin dixebitin.
Werzişvan li herêmên bilind ên bi berf yên li bajêr antrenmanên xwe didomînin, hedefa wan ew e ku bibin şampiyon.