Cuma Sarı
30 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 10 Sibat 2024
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Qerejdaxê kesên ku xwe bi şerwal û fîstanan şiqitandin reng dan pîstan.
Navenda Xweşeqitandinê ya Qerejdaxê ku sînorên navbera Şanliurfa û Diyarbekirê diyar dike û 45 kîlometre dûrî navçeya Sêwregê ye.
Navenda ku li serê lûtkeyekê bi raqima 1919 ye, ji bilî Şanliurfayî û Diyarbekiriyan dibe mazûvanê kesên ku ji bajarên derdorê yên weke Gazîentab, Mêrdin, Batman û Adiyemanê tên.
Malbatan bi taybetî piştî ku dibistan ketin tatîla nîvesalê firsend dîtin û berê xwe dane vê navendê.
Ziyaretvanên ku di saetên serê sibê de tên navendê xwe dişiqitînin û pê ra jî û him jî menqelê çêdikin û li gorî kêfa xwe şahiyê dikin û govendê digrin.
- Cilên herêmî balê dikişînin
Welatiyên ku ji parêzgehên derdorê tên û cil û bergên herêmî li wan in, balê dikişînin.
Di vê çarçoveyê de hin welatî bi cil û bergên xwe yên rengîn reng didin navenda xweşiqitandinê. Hin ji wan jî bi Şerwalê Sêwregê xwe dişiqitînin û dîmenekê xweş pêşkêşî beşdaran dikin.