Berfin Sidar Aşit
01 Îlon 2025•Rojanekirin: 04 Îlon 2025
Ziyaretvanên çûn Kalderaya Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bidlîsê, bêtirs xwarin dan hirçên ku derketin pêşiya wan.
Kalderaya ku Gola Krater a Nemrûdê jî ya di çarçoveya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî (EDEN) da "Xelata Bêhempabûnê" sitandiye dihewîne, bi Gola xwe ya Krater a Nemrûdê û bedewiyên xwe yên xwezayî va bala siruşthezan dikişîne.
Ziyaretvanên diçin kalderayê, li ser rêya xwe bêyî ku bitirsin, xwarinê didin hirçên ku derdikevin pêşiya wan.
Dîmena ziyaretvanên ku ji camên wesayîtên xwe nan dan hirçan û her wiha ji bo hirçan xwarin danîn derva, hat kişandin.