09 Sibat 2016•Rojanekirin: 09 Sibat 2016
ANKARA
Di çarçoveya operasyona paytext da, di malekê da berpirsa Enqereyê ya şaxa ciwananên PKKya rêxistina terorê Susin Ş. û 3 endamên rêxistinê û kesekî ku dihat amadekirin ji bo şandina nav kadroya çiyê, hatin girtin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê sitendine, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê yên bi Midûriya Ewlekariya Enqereyê ve girêdayî, tesbît kirin ku maleke li semta Cebeciyê ji aliyê şaxa ciwanan ya PKKya rêxistina terorê ve tê bikaranîn û hinek kes bi mebesta şandina nav kadroya çiyê ya rêxistinê li wê navnîşanê tên amadekirin.
Ekîban li ser vê agahiyê operasyonek li dar xistin û 5 kes binçav kirin û piştî kontrola tendirustiyê, bi mebesta wergirtina îfadeyên wan, ew birin Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlekariya Enqereyê.
Piştî îfadeyan derket ku gumanbara bi navê Susin Ş. berpirsê şaxa ciwanan ya PKKyê ye û H.K. jî payebilindekî rêxistinê ye.
Hat ragihandin ku di nav kesên binçavkirî da, 2 kesên endamê rêxistina terorê û kesek jî ku ji bo şandina nav kadroya çiyê ya PKKyê dihat amadekirin hebû.