Emre Ilıkan
06 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2025
Li Bahçesaraya navçeya Wanê ji ber cemed û hişkiyê ji bo rojekê navber dan perwerdeya bi veguhestinê.
Di parvekirina li ser hesabê medyaya civakî yê Qaymeqamtiyê da hat diyarkirin ku li navçeyê şertûmercên neyînî yên hewayê tesîra xwe nîşan dide.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku ji ber cemed û hişkiyê dibistanên ku perwerdeya bi veguhestinê didin ji bo 6ê Rêbendanê Duşemê hatin tetîlkirin.