20 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan di televizyona El Cezîreyê da axivî û der barê teşebusa darbeyê ya FETO wiha got: "Komeke diyar a di nav Hêzên Çekdar ên Tirkan de ev yek kir. Lê eşkere ye ku kêmîne ne. Jixwe me nedikariya ku em destûr bidin ku komeke kêmîne hukim li piroleyê bike. Me jî hemû pêngavên hewcedar avêtin û me hewl da ku em beriya vê yekê bigirin."
"Em weke dewlet û gel mil bi mil in"
Serokomar herwiha got: "Rêxistina Terorê ya Fethullahî di nav dewletê de rêxistineke paralel derxistiye holê. Dema ku teşebûsa derbeyê kirin bi ser neketin, lê ez bawer im ku dê di roj û hefteyên pêşiya me de ew jî ji bo dahatûya xwe bi xwe hin fikr û planên xwe bikin. Lê em dewlet û gel mil bi mil in û dijî mirov û rêxistinên bi vî awayî ne. Heta ku em destgirtên hev bin, heta em bi gel re bin dê ji tankan tu encam dernekeve ji xwe derneketiye jî."
"Me digel DYAyê dest bi pêvajoya îadekirina Gulen kir"
Serokomar Erdogan: "(Pêvajoya îadekirina Gulenê serokê FETOyê) Têkiliyên di navbera welatan de ne li gor hîs û hestan in li gor mantiqê ne. Em bi destê wezîrê xwe hemû belge û delîlan didin DYAyê û me bi DYAyê re dest bi vê pêvajoyê kir. Em ê li benda biryarê bin. Di ser rêxistina terorê ya Gulen ra jî eqlekî din yê bilind heye."
"Pîlotên ku balafira ûris xistin hatin binçavkirin"
Serokomar Erdogan: "(Pîlotên ku balafira ûris xistin) Ez wisa bawer dikim ku daraz jî der heqê vê yekê de ketiye şikê ku ev pîlot hatin binçavkirin. Sehaya asîmanî ya tirkan hatiye îxlalkirin. Çendê caran hişyarî hatiye dayîn lê digel van hişyariyan berdewam kirine. Pişt re jî ev bûyer qewimîn. Em hê jî nizanin ku têkîliya vê bûyerê an jî mirovan bi vê re heye an tune. Lê dibe ku têkîliya van pîlotan bi Pensîlvanyayê re hebe. Niha binçavkirî ne û dê daraz encama vê yekê derxîne holê. Daraz dê derxîne holê ka têkîliya wan bi vê komê re heye yan na."
"Bila Fransa ji me dersê demokrasiyê bistîne"
Serokomar Erdogan: "Heke Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bi şexsî der heqê min de şîroveyek kiribe ev xetayek e, divê li karê xwe binêre. Lê heke dixwazin ku dersê demokrasiyê bistînin dikarin ji me dersê demokrasiyê bistînin."
"Cihê biryara darvekirinê TBMM ye"
Serokomar Erdogan der heqê biryara darvekirinê de got, "Yê ku dê biryarê bide ez tenê nînim. Gel ev daxwaz anî ziman. Mirovên li kolanan dirûşmên wekî "cezaya darvekirinê, cezaya darvekirinê" berz kirin. Yê ku di vê mijarê de biryarê bide TBMM ye. Heke parlemento biryareke wiha bide ji bo ku ev ceza bê tetbîqkirin dê parlemento verastkirina hewcedar bike. Min got ku ev yek ji parlementoyê derkeve û bê bal min 'Ez ê tesdîq bikim.'"