Abdullah Tel
06 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2020
Hat ragihandin Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu wê di çarçoveya ziyareta xebatê da biçe Azerbeycanê.
Wezareta Karên Derva daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Wezîr Çavuşoglu wê îro here Azerbeycanê.
Tê pêşbînîkirin Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev wê Çavuşoglu qebûl bike û Çavuşoglu wê bi hevpîşeyê xwe Ceyhun Bayramov ra jî bê bal hev û li ser rewşa dawîn a Qerebaxa Jor, rûdanên herêmî û navneteweyî jî fikr û ramanên xwe parve bike.