Önder Beyter
26 Mijdar 2018•Rojanekirin: 27 Mijdar 2018
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan dê namzedên şaredarên 20 parêzgehên din ên partiya xwe, îro di Komcivîna Meclisê da eşkere bike.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rêveberiyên Herêmî ya AK Partiyê, Serokomar Erdogan dê sibê di Komcivîna Meclisê ya partiya xwe da namzedên şaredarên 20 parêzgehan ku Enqere û Îzmir jî di navê da ne, ji raya giştî ra eşkere bike.
Hat ragihandin ku di civînê da dê namzedên şaredarên bajarên mezin Enqere, Îzmir, Balikesir, Trabzon, Eskîşehir, Hatay, Konya, Mêrdîn, Mugla û Sakarya û herwiha namzedên şaredarên bajarên Afyonkarahisar, Bingol, Çanakkale, Çankiri, Çorum, Karaman, Muş, Uşak, Yozgat û Sîvasê bên eşkerekirin.