Abdullah Tel
29 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2018
ANKARA
Bernameya ku Lijneya Hilbijartina Bilind (LHB) ji bo hilbijartina rêvebiriyên herêmî ya di 31ê Adara 2019an da roja yekşemê bê kirin amade kiribû wê di 1ê Rêbendanê da bikeve rewacê.
Li gor bernameya hilbijartinê partiyên ku wê bikaribin beşdarî hilbijartinê bibin wê di 2yê Rêbendanê da bên îlankirin.
Lîsteyên li mixtariyan jî wê di 4ê Rêbendanê saet 08.00î da bên daliqandin û heta 17ê Rêbendanê saet 17.00yî wê daliqandî bimînin.
Hilbijêrên nexweş û astengdar yên ku nikarin biçin rayê biavêjin jî di nav vê wextê da bi navbeynkariya xizmekî/ê xwe divê bi forma telebê ya lijneya sandoqa gerok va serî mixtariyê bidin.
Di pisûlaya rayan a yekpare da rêza cihê partiyên siyasî piştî pişka di 27ê Rêbendanê da bê avêtin wê kifş bibe.
Partiyên siyasî lîsteya namzedên xwe dê 19ê Sibatê a teslîmî lijneyên hilbijartinê bikin. Lîsteya namzedên berwext di 22yê Sibatê da û lîsteya namzedên teqez jî wê di 3ê Adarê da bên îlankirin.
Propagandaya hilbijartinê û qedexeyên wê jî di 21ê Adarê da dest pê bike. Propagandaya hilbijartinê wê di 30yê Adarê saet 18.00an da bi dawî bibe.