01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
TUNCELÎ
Bi sedemê ku heqaret li Mudirê Emniyeta Tûnceliyê yê berê Fahrettin Şen kiriye 5 hezar lîre cezayê tezmînatê li Parlamenterê HDPyê Alican Onlu hat birîn.
Li gor agahiyan, Parlamenterê HDPyê Onlu, 2 sal berê di daxuyaniyeke xwe de îddia kiribû ku Şen xelkê Tûnceliyê bi jirêderketinê tometbar kiriye û Şen jî li ser vê der heqê Onlu de 5 hezar lîre doza tezmînatê vekiribû.
Li ser vê Mehkemeyê biryar da ku Parlamenterê HDPyê Onlu 5 hezar lîre cezayê tezmînatê bide.
Fahrettin Şen diyar kir ku dê pereyî ku bistîne ji bo malbatên şehîdan bibexişîne.