Nihat Kavşut
07 Gulan 2019•Rojanekirin: 08 Gulan 2019
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu: "Ekrem Îmamoglu tenê namzedê CHPyê nîne, lewra êdî ji vir û pê va namzedê Serokatiya Şaredariya Mezin ya 16 milyon xelkê Stenbolê ye."
Kiliçdaroglu di Civîna Koma Meclisê ya CHPyê da axivî.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu der barê biryara Lijneya Hilbijartinê ya ji bo nûkirina hilbijartina li Stenbolê da wiha got: "Wijdana gel xwînî dibe û wijdana me jî xwînî dibe. Kesên li hember bêedaletiyê dengê xwe dernexin şeytanên bêziman in. Heger bêedaletî hebe têkoşîn ji bona me meseleya namûsê ye."
Kemal Kiliçdaroglu destnîşan kir ku Ekrem Îmamoglu tenê namzedê CHPyê nîne, lewra êdî ji vir û pê va namzedê Serokatiya Şaredariya Mezin ya 16 milyon xelkê Stenbolê ye.