Mehmet Tosun
29 Tebax 2024•Rojanekirin: 30 Tebax 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Balyozê Maldîvan Ebdul Rehîm Ebdul Letîf, Balyozê Danîmarkayê Ole Toft, Balyozê Swîsreyê Guillaume Bertrand Scheurer, Balyozê Ganayê Nicholas Peter Andoh, Balyoza Almanyayê Sibylle Katharina Sorg û Balyozê Letonyayê Bahtijor Hasanss qebûl kirin.
Di qebûla li Kuliyeya Serokomariyê da balyozan nameyên xwe yên pêbaweriyê pêşkêşî Serokomar Erdogan kirin.
Balyozên ku hin mensûbên balyozxaneyên xwe û her wiha endamên malbata xwe teqdîmî Erdogan kirin, wêneyê xatirayê dan kişandin.
Di qebûlê da Ataşeyê Balyozxaneya Almanyayê Albay Frank Kammer bi Tirkî silav da Erdogan.
Serokomar Erdogan paşê cuda cuda balyoz Latheef, Toft, Scheurer, Andoh, Sorg û Hasanss qebûl kirin.