Önder Beyter
20 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
ANKARA
Navendên partiyên siyasî, lîsteyên namzedên xwe yên ji bo Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Serdema 27emîn ku wê di 24ê Hezîranê da were lidarxistin, wê herî dereng sibê heya saet 17.00an teslîmî Lijneya Bala ya Hilbijartinê bikin.
Tirkiye xwe amade dike ku di 24ê Hezîranê da ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Serdema 27emîn biçe ser sandoqê.
Li gorî biryara Lijneya Bala ya Hilbijartinê, AK Partî, BTP, BBP, CHP, DP, HDP, ÎYÎ Partî, MHP, Partiya Seadetê, Partiya Vatanê û HUDA PAR wê tevlî milmilaneya hilbiartinê bibin.
Navendên partiyên siyasî, lîsteyên namzedên xwe wê herî dereng sibê heya saet 17.00an teslîmî Lijneya Bala ya Hilbijartinê bikin. Namzedên serbixwe jî wê sibê heya saet 17.00an serî li lijneyên hilbijartinê yên parêzgehan bidin.
Lîsteyên berwext ên namzedên parlamenteriyê wê bi destê Lijneya Hilbijartinê di 26ê gulanê da di Rojnameya Fermî da werin weşandin û maweya îtirazan wê dest pê bike. Îtirazên ji bo lîsteyên berwext wê heya 27ê gulanê saet 15.00an dewam bike û wê di 23.59an da verastkirinên dawîn werin kirin. Lijneya Hilbijartinê wê di 30ê gulanê da lîsteyên teqez ên namzedên parlamenteriyê bişîne lijneyên hilbijartinê yên parêzgehan û Rojnameya Fermî da ku werin îlankirin.