23 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2016
ANKARA
Mudûriya Ewlekariya Giştî, mudûriyên wîlayetan hişyar kirin ku îstixbarat sitandine, endamên Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) bi mebesta ku gel bixe dijayetiyê da, bi provoke kirine endamên PKK/KCKa rêxistina terorê û welatiyên elewî, dixwaze kaosê li welêt derbixe.
Mudûriya Ewlekariya Giştî ji mudûriyên ewlekariyê yên li 81 wîlayetan ra nivişta hişyariyê şand. Di niviştan da hat destnîşankirin ku endamên leşkeriyê yê di nava saziya FETO/PDYê da, bi mebesta provokekirina endamên PKK/KCKê, plan danîne ku bi firokeyan êrîşî Girtîgeha Îmraliyê bikin.
Di heman niviştan da hat xwestin ku li dijî bûyerên muhtemel yên bi vî rengî, di haletên lidarxistina êrîşan li dijî parlementer û rêveberên HDPyî da, ji bo ku di nava gel da nebe sedema kaosê, tedbîr bên sitendin.
- Medyaya civakî tê bikaranîn
Rayedarên ewlekariyê destnîşankirin ku FETO/PDYya ku di hewla derbeyê da bi ser ne ketin dixwazin welatiyên elewî provoke bikin û di vê armancê da medyaya civakî bikartînin.