İbrahim Atmaca
29 Nîsan 2018•Rojanekirin: 29 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Çandê ya Yahya Kemal Beyatli beşdarî 5emîn Kongreya Bajêr a Şaxên Ciwanan a Stenbolê ya AK Partiyê bû û tê da axivî.
Erdogan destnîşan kir ku wan weten neda perçekirin û wê nedin perçekirin û bi biryardarî bimeşin. Erdogan rehmet li şehîdên ku ji bo paşeroja Tirkiyeyê canê xwe feda kirin û bi terorê ra têkoşîn dan û di Operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê da şehîd bûn, anî.
Erdogan li ser siyaset û siyasetmedaran sekinî û wiha got:
"Siyaset di eslê xwe da pçşbaziya ji bo xizmeta milet e. Armanca hebûna siyasetmedar jî ew e ku ji welêt, milet û hilbijêrên ku reya wan hildaye ra xizmetkirina herî baş û biqalîte ye. Siyaset karekî wisa ye ku bi distûr, prensîp û nirxên diyarde va tê kirin, divê bi van va were kirin. Siyaseta ku exlaq û distûra wê tunebe, feyda wê ne ji welat ra ne ji milet ra heye. Feraseteke siyasî ya ku li gor gula bayê berê xwe diguhêze, qat dibe, mehkûm e ku di nav lîlavê da bigevize. Dîroka siyasî ya Tirk ji vî alî va bi rastî jî bi hedîseyên îbret va tije ye. Di dîroka siyaseta me de li aliyekî zilamên dewletê yên ku şev û roj ji bo xizmeta welêt dixebitin, li aliyê din jî kesên bêşexsiyet yên ku ji bo çend quriş berjewendiyên xwe tevdigerin hene. Di raburdiya me ya siyasî ya 90 salî de yên ku ji bo emaneta gel canê xwe didin û wê diparêzin jî yên ku li ber darbekeran silavê didin û yên ku dema tankan dibînin ditirsin direvîn jî hene."
Serokomar Erdogan diyar kir ku wek duh CHP îro jî siyaset kiriye rengê simsariyê û bazirganiyê û wiha dewam kir: "CHPyê vîna gel a ku wek emanet hildaye ku ew ji bo gel bi kar bîne, derxiste bazarê. Bi parlamenterên ku derxiste bazarê va ji ciwanan re dibe mînakeke nebaş. Ez ji vir dixwazim bang bikim; hey 15 parlamenter, çawa çêdibe ku hûn vîna xwe evqas erzan difroşin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku divê ew bê sekin li ser rêya xwe bimeşin û wiha dewam kir: "Lewra ji bîr nekin, ev partî, CHP bi bazariyên xwe yên ku li pişt deriyan dimeşîne û ne li gor tu distûr û exlaqî ne va, siyaseta Tirk qirêj dike û lekeyê lê dixe. Ev li dîroka me ya siyasî wek wesîqeyeke nû ya şermê qeyd bû. Di eslê xwe da ev hedîse dide nîşan ku her çend di navberê da 40 sal derbas bûbe jî li CHPê tu tişt neguheriye. Her çend bixwe û avaneyên wan ên medyayê hewl didin ku li ser vê skandalê bigrin jî, miletê me mijar baş dîtiye. Em dibînin ku ev tezgah ji xapandina miletê me wêdatir, ji bo ku partiya mixalefeta sereke bê îtibar bike, wek hemleyekê ye."
Serokomar Erdogan got ku li Efrînê 56 şehîdên me hene, ji Artêşa Azad a Sûriyeyê jî dora 200î ne, lê nêzî 4 hezar û 500î jî terorîst hatin berterefkirin.