Nihat Kavşut
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu: "(Wendabûna Kaşikçiyê rojnamevan) Em dikarin jê ra bibêjin 'bûyera 2ê Cotmehê'. Ev mesele tenê me eleqedar nake."
" (Lêgerîna li rezîdansa Serkonsolosxaneyê) Qebûlek heye lê ji bo destpêkirinê mitebeqata hevpar lazim e. Li benda vê mitebeqata hevpar in."
"(Windabûna rojnameger Kaşikçi) Me ev mesele di nav pîvanên hiqûqê da zelal û ji dinyayê ra eşkere bi rê va bir û em hê jî bi rê va dibi
"(Wendabûna rojnamegerê Siûdî Kaşikçi) Tirkiyeyê hê di deqîqeya yekemîn da du tişt bi hêjayiyeke baş nîşan dan; yek tişta ku hiqûq dibêje, ya duduyan jî xweragirî. Pabendî peymanên navneteweyî bû, di heman demê da jî gavên eşkere û zelal avêtin."
" (Lêgerîna li Serkonsolosxaneya Erebistana Siûdî) Destûr berê bihata dayîn dibe ku ev nîqaşana qet derneketana."
"(Wendabûna Kaşikçi) Der barê rezîdansê da biryareke dozgeriyê heye. Bersiva erênî û destûr di destê dewleta (Erebistana Siûdî) eleqedar da ye. Heger destûr bê dayîn wê ji bona lêpirsînê gav bên avêtin."
"(Lêgerîna li rezîdansa konsolosxaneyê) Piştî ku mitabaqata hevpar çêbibe û pê va ev gav jî wê were avêtin."
"(Îdiaya ku der barê bûyera Kaşikçi da qeyda deng heye) Ev hemû wê piştî lêpirsînê derkevin meydanê."
"(Wendabûna Kaşikçi) Ev meseleyeke wiha nîne ku tenê dinya li ser şopa wê ye, di heman demê da ev, ezmûna hiqûqa me ye jî"
"(Windabûna Kaşikçi) Qenaetên min hene, qabiliyeta min tuneye ku van bibêjim. Qenaetên min xurt in, lê ev karê darazê ye."
" (Lêpirsîna Kaşikçî) Bira her kes li benda encama lêpirsînê be. Di encama lêpirsînê da dozgerî an hêzên ewlekariyê ew ê eşkere bikin, ji hemû dinyayê ra îlan bikin ku digihîştine kîjan delîlan, çi bûye. Xêncî vê di vê meseleyê da dibê gotinan îsraf nekin."
"(Îdiaya Amerîka bi navê 'hamîtiya Erebistana Siûdî' xwedî li bûyera Kaşikçi derdikeve) Ji daxuyaniyan eşkere dibe ku rewşeke wiha dernakeve. Sê roj berê tiştekî û sê roj bi şun da tiştekî din dibêjin. Ez dikarim ji raya giştî ra wiha bibêjim: Bira her kes li benda encama lêpirsînê bimîne."
"(Kêşeya koçberên bêdestûr) Di 2015an da 8 hezar û 500 kes derbasî giravan dibûn, di 2017an da 79, niha di 10 mehên pêşîn da 86 û ji dawiya salê pê va jî dê di 80yan da bimîne."
Soylu destnîşan kir di têkoşîna dijî koça bêdestûr da 4 hezar û 382 organîzator û 205 hezar û 523 koçberên bêdestûr hatin qefaltin.
"Mixabin karsazên me behsa feydeya ku Sûriyeyî didin aboriya me nakin. Bira li qisûrê mêze nekin."
"(Şerê dijî terorê) Hin kes dibêjin 'Çi karê me li filan û bêvan derê heye'. Tenê ji bona mixalefeta îqtidarê gotinên wiha nayên gotin. Heger li Efrînê bombe bên amadekirin û rêxistina terorê li Efrînê bê perwerdekirin helbet karê me li Efrînê heye. Li rojhilat û rojavayê Feratê jî karê me heye."
"Me ji hêla psîkolojîk û fizîkî va derbeyeke mezin li rêxistina terorê xist. Li nav Tirkiyeyê 371 terorîstên payebilind hatin berterefkirin."
"Xwezî em herin Reqayê û li wir jî hebin. Girîngiya vê 3-5 sal bi şun da baştir wê bê fehmkirin."
"(Hilbijartina herêmî) Tê gotin ku hin şaredarî wê dîsa derbasî HDPyê bibin. Em bêjin ku derbas bûn, hûn dizanin ku çi dibêjin? Gotina wan ev e, 'Piştî 31ê adarê şaredarî di destê me da ne; heke ku hûn dixwazin di van deran da bixebitin ji malbata xwe kesekî bişînin serê çiyê.' Vêga ez dewlet im, çi hewce dike ku ezê bikim. Ez temaşe bikim, em temaşe bikin?"
"Li Qendîlê rûniştine û ji xwe ra wê hesabê dikin û dibêjin ka em ê di hilbijartinên 31ê adarê da kê bikin mixtar. Peywira min, wekî dewlet peywira me ew e ku ne piştî 31ê adarê, lê beriya 31ê adarê gavê bavêjin. Beriya ku ew mixtaran diyar bikin, divê em mixtarên têkildarê PKKyê tesbît bikin û li gorî wê gav bavêjin."