İbrahim Atmaca
15 Nîsan 2019•Rojanekirin: 15 Nîsan 2019
Li Maltepeya navçeya Stenbolê lijneyên hilbijartinê yên 1em û 2yem bi pirdengî biryar dan ku jimartina hemû reyên ku heta niha li termînalan hatine jimartin werin betalkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, lijneyên hilbijartinê yên navçeya Maltepeyê yên 1em û 2yem cuda cuda civiyan û bi pirdengî jimartina hemû reyên ku heta niha li termînalan hatine jimartin, betal kir.
Biryar hat dayîn ku jimartina ku lijneyên hilbijartinê yên navçeyê kirine derbasdar in û bêyî ku termînala nû were avakirin lijneyên hilbijartinê yên navçeyan wê bixwe cardin bijmêrin.
Li gor vê nêzî ji 6 paran 5 parê hemû reyan wê cardin ji aliyê lijneya hilbijartinê ya navçeyê va werin jimartin.
Biryar bi dengdayîna endamên AK Partî, MHP, Partiya Saadetê û du karmendên endam hat dayîn.
CHP xwe amade dike ku piştî biryarên Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê were nivîsandin, îtiraz bike.