İbrahim Atmaca
24 Hezîran 2018•Rojanekirin: 25 Hezîran 2018
OSMANIYE
Elîf Kocamana ku bejna wê 72,6 santêm e û bi bejna xwe va li Tirkiyeyê jina herî bejin kin e û li Kadîrliya navçeya Osmaniyeyê dijî, ji bo Hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê ya Heyama 27an dengê xwe da.
Kocaman bi diya xwe û kekê xwe ra çû Dibistana Navîn a Kadîrliyê ku li ser sandoqa nimreya wê 1006 e dengê xwe bide.
Kocamanê nasnameya xwe da nîşan û dengê xwe da û zerf li milên kekê xwe avêt sandoqê. Kocamanê piştî ku dengê xwe da bi welatiyan ra wêne kişand û sohbet kir û got ku hilbijartin bi xêr be.
Kocaman di sala 2010an da wekî "Jina Herî Bejinkin a Dinyayê" ketibû Pirtûka Rekorên Guinnessê lê Bridgette Jordana 69 santêmî ya Amerîkayî ji wê kiniktir derketibû û rekor dabûn wê.