Here naveroka bingehîn
logo
logo
  • ROJEV
  • JIYAN
  • DINYA
  • ÇAND Û HUNER
  • SPOR
Türkçe
English
BHSC
Pусский
Français
العربية
Kurdî
کوردی
Shqip
فارسی
македонски
Bahasa Indonesia
Español
Polîtîka

Li Şingalê pevçûnên li kuçeyan dewam dikin

Li Şingalê pevçûnên kolan û kuçeyan ên di navbera pêşmerge û milîtanên DÎŞIyê da dewam dikin.
28 Sibat 2015
Li Şingalê pevçûnên li kuçeyan dewam dikin

MÛSIL

Li Şingalê pevçûnên kolan û kuçeyan ên di navbera pêşmerge û milîtanên DÎŞIyê da dewam dikin.

Piraniya Şingalê di destê DÎŞIyê da ye û her du alî êrîşî hev dikin. Lê girên ku li bajêr dinihêrin di destê hêzên pêşmergeyan da ne û bi çekên giran êrîşî DÎŞIyê dikin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê milîtanên DÎŞIyê û hêzên pêşmergeyan ji 18ê rêbendanê vir va kozikên xwe diparêzin û şerê li kuçe û kolanan dewam dikin. 

- Li Şingalê şerê li kuçe û kolanan

Hêzên pêşmergeyan bi çekên giran ên koalîsyona navneteweyî êrîşî DÎŞIyê dikin û balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî alîkariya pêşmergeyan dikin. 

Li Şingalê piraniya avahiyan kavil û wêran bûne. "Şingala Berê" jî ku qeleya dîrokî û sûr lê hene di destê pêşmergeyan da ye û piraniya avahiyan hilweşiyane. Xelkê bajar vala kiriye. Êzdiyên ku xwe sipartine Çiyayê Şingalê jî bangî Herêma Kurdistanê, Iraqê û hêzên navneteweyî dikin ku Şingalê xilas bikin. 

- "Ji sedî 30yê Şingalê di destê me da ye"

Fermandarî Eniyên Şingalê Haşim Siteyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 24 saet şer dewam dike û wiha dewam kir: "Îro di êrîşa hewanê ya DÎŞIyê da leşkerek mir û 4 heb jî birîndar bûn."

Siteyî destnîşan kir ku ji sedî 30yê Şingalê di destê pêşmergeyan da ye û wiha got: "Ev qadeke berfireh e. Gir û ciyên stratejîk ên Şingalê di destê me da ne. Em dikarin bibêjin ku Şingal di destê pêşmergeyan da ye. Lewra bajar ji van deran tê îdarekirin."

Siteyî diyar kir ku şer dewam dike û wiha got: "Li Şingalê şer bi sê awayan dewam dike. Ya ewil em hev didin ber bombeyan. Ya duyem heger nêz be em bi nîşangeran êrîş dikin. Ya sêyem jî em êrîşî ciyên muhîm dikin. Der barê hejmara pêşmergeyên mirine da daneyên zelal tunene. Lê şehîd û birîndarên me hene. Rojane herî kêm 15 milîtan tên kuştin. Şer dewam dike. Di vir da balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî roleke mezin dilîzin. Lewra ji hewayê va zirareke mezin didin rêxistinê."

- Plana rizgarkirinê tê kirin

Siteyî destnîşan kir ku ji bo rizgarkirina Şingalê plan tên kirin û got ku heger Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman bike wê operasyon dest pê bike.

Siteyî diyar kir ku ne tenê Şingal, ji bo hemû herêmên kurdan plan tên kirin û wiha xeberda: "Em wek leşker li gor fermanan tevdigerin. Çekên ku dikevin destê pêşmergeyan hêz û qeweta pêşmergeyan zêde dike. Çekên di destê me da roj bi roj teze dibin. Ev jî hêza me zêde dike. Heger ferman were zor û zehmet be jî wê Şingal were rizgarkirin."

news_share

news_share_descriptionsubscription_contact

subscription

contact_the_ombudsman

is_there_an_error_in_this_story

ombudsman_apply_button
logo

Reporting the Changing World

next-sosyalX/TwitterFacebookYouTubeInstagram

SAZÛMANÎ

  • dîrokçe
  • kûnye
  • pergala birêvebirina kalîteyê
  • prensîbên weşanê
  • polîtîkayên çapemeniya civakî
  • Polîtîkaya Veşartîbûn û Çerezan
  • Polîtîkaya Agahdarkirinê
  • RSS

PEYWENDÎ

  • Ragihandin
  • daxwazên abonetiyê

Anadolu Ajansı © 2026

Google PlayApp Store
Nûçeya berê
Nûçeya paşê
Nûçeya berê
Em bi hev ra aştiyê dixwazin

Em bi hev ra aştiyê dixwazin

Nûçeya paşê

Banga li PKKyê ya ji bo çekdanînê

Banga li PKKyê ya ji bo çekdanînê

NÛÇEYÊN DAWÎ

Li Mêrdînê pîkap û otomobîl li hev qelibîn, kesek birîndar bû

Coşa TEKNOFESTê rengê xwe da stranên şevbuhêrkên Şanliurfayê

Ji zozanan heta ser sifreyan rêwîtiya çêkirina penêrê gravyerê

Emîne Erdogan bi Fatima Maada Bioya hevjîna Serokomarê Sîerra Leoneyê ra hevdîtin kir

Li Meletiyê nûkirina Herqa Avdanê ya Gokpinarê ber bi kutabûnê ye

Serokomar Erdogan bi Prensê Welîehd ê Kuweytê Sebah ra hevdîtin kir

Serokomar Erdogan, Serokwezîrê Kosovayê Kurtî qebûl kir

Hemûyê bibîne