İbrahim Atmaca
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
ANTALYA
Serokê Giştî yê MHPyê li Serîka navçeya Antalyayê li otêlekê di rûniştina kutabûnê ya Civîna Serokên Bajar û Şaredaran da axivî.
Bahçelî li ser biryara ku Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo Selahattîn Demirtaş da got, "Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewropayê biryareke skandal daye. Hatiye îdiakirin, cudakarekî bitescîl ku pesnê terorê daye, êrîşên terorê provoke kiriye, ji ber sedemên siyasî kirine hebsê. Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewropayê di 20ê mijdarê da bangî welatê me kiriye ku 'Demirtaşê PKKyî demildest berdin', di ser da şerm nekiriye û welatê me mehkûmî tezmînatê kiriye. Demirtaşê ku xwîna 53 mirovan (pekiyaye dêst) weke mexdûr û kesekî ku mafê wî hatibe binpêkirin dane nîşan. Ev şerm e, bê exlaqî ye, bê hiqûqî ye û ji bo miletê Tirk heqaret e."
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser rola partiya xwe ya derbasbûna Pergala Hikûmeta Serokomariyê sekinî û wiha got: "MHP ji teoriyê bigre heta pratîkê di her merhaleyê da di nav Pergala Hikûmeta Serokomariyê da ye, endamekî wê yê çalak e. Ji bo parastina pergala hikûmetê ku em di mîmariya wê da xwediyê parekê ne, pêdivî bi çi fedakariyê hebe em ê bi dil û can bikin û ji vê sil nabin."
Bahçelî diyar kir ku rastiyek heye û ev jî ev e: "Rêvebiriya biîstiqrar a Komara Tirkiyeyê, Pergala Hikûmeta Serokomariyê ye ku garantiya paşeroja wê ye. Derfeta siyasî û îradeya ku vê pêk bîne jî Îtifaqa Cumhur e."
Bahçelî diyar kir, ji aliyekê va seba hizûr û ewlehiya cumhur tifaqek hatiye avakirin, ji aliyekî din va jî seba ku cumhur têkeve nav kaos û tevliheviyekê rêxistina îxanet û îxtilafê qerewêliyê dike û wiha dewam kir:
"CHP, HDP, ÎP li ser heman rêçê ne. Ev koma ku di 24ê Hezîranê da encam bi dest nexist, pişta xwe bi 31ê Adarê va girêdaye, lê bi hezkirina Xwedê hewesa wan wê di ber wan da bimîne, wê nikaribin zirarê bidin pêşketin û pergala hikûmeta nû ya Tirkiyeyê. Dixwazin hilbijartina rêvebiriyên herêmî ya 31ê Adara 2019an veguherînin dengdayîna pergalê, nîqaşeke hikûmetê û krîzeke rejimê. Deynê stuyê me ye ku em van senoryayên wan xerab bikin, bi hemûyan ra têkoşînê bidin, ev wezîfeyeke dîrokî ye ku miletê me daye me. Wezîfe pîroz e, îhmal û înkara wê dê bibe sedema encamên jandar."
Bahçelî diyar kir, heke tevdîr neyên hildan, fedakariya neteweyî neyê kirin di 31ê Adarê da ji aliyê siyasî va rojên xerab hêviya Tirkiyeyê ne û wiha dewam kir:
"Em bi çavê 'em ê çi qezenc bikin, çi winda bikin' li 31ê Adarê nanihêrin, em nabêjin bira di 31ê Adarê da 'ev qas şaredarî bibe ya min, ev qas têkevin destê Partiya Edalet û Pêşketinê'. Em 31ê Adarê ji bo têkoşîna beqayê ya Tirkiyeyê weke qonaxekê dibînin. Piştî ku welat ji dest çû, her tişt tevlihev bû, li dijî pergala hikûmeta nû sefereke xayîn hat kirin, hemû şaredarî têkevin destê me wê çi bibe, nekeve destê me wê çi bibe?"